Blickpunkt: Migrantinnen – (Xala lêhûrbûnê: Jinên Koçber) – Navenda pisporî û xizmetên entegrasiyona li Bazara Kar a jinên koçber li Sachsen-Anhalt'ê
Bo vê mebestê ev navend kiryar an modûlên şêwirînê, hevrêtî û birêvebirina guhêrbar û bêpere ji bo jinên koçber pêşkêş dike. Ji bilî vê "Blickpunkt: Migrantinnen" (Xala lêhûrbûnê: Jinên Koçber) berbendên bingehîn berçav digire û di heman demê da bi taybet hesasiyeta çalakên Bazara Kar derbarê şert û merc û hewcetiyên jinên koçber li Sachsen-Anhalt'ê têkildarî entegrasiyona wan li Bazara Kar radike.
Hevahengiya giştî ya bernameyê li ser ustiyê Caritas'ê ye. Europäische Bildungswerk für Beruf und Gesellschaft gGmbH (EBG) (Kompaniya bêberjewendî ya bi berpirsyariya sînordar a Rêxisitna fêrkirina kar û Civakê ya Ewropayê) her wiha Minor – Projektkontor für Bildung und Forschung gGmbH (Kompaniya bêberjewendî ya bi berpirsyariya sînordar a Ofîsa Projeya Fêrkarî û Lêkolînan a Minor) wek piştevanên din çalak in.
Navenda serlêdan û xizmetan a (Caritas) bi awayekî taybet Şêwirîna Lêvegerê, Şêwirîn û Hevrêtiyê, wek mînak têkildarî lêgerîna li fêrkariyê/lêgerîna derfeta karî, navnivîsandina têkildarî kûrsên fêrbûna pisportiyê (Modûl), têkildarî lêgerîna ji bo bernameyên zimanî yên guncan, pirsgirêkên bicihbûnê, lêgerîna ji bo miqatebûna ji zarokan an jî têkildarî lêgerîna li malê raber dike. Di vê navberê da, hewcetiyên taybet têkildarî veguhestin, bijardeyên guhêrbar ên miqatebûna ji zarokan û her wiha bernameyên fêrkariyê yên nîvdemî û fêrbûna pisportiyan tên berçavgirtin. Jin ji bo Bazara Kar tên teşwîqkirin û tên çalakirin. Di encamê da divê rê li ber rawestanên kiryarên destpêbûyî were girtin.
Ji ber pandemiya niha ya Koroanyê, şêwirîna kesane li navenda serlêdanê û xizmetan a Caritas'ê tê vebijartin ku bi rêya telefon an Emailê pêk bihê.
Di Beşa Fêrbûna Pisportiyê (EBG) da kûrsên fêrbûna pisportiyê (Module) tên raberkirin: Fêrbûna zimanê almanî (hînbûna têkildarî jiyana rojane), bihêzkirin (xurtkirina xalên hêzê, peydakirina asoyên pêşeroja karî), amadetiya karî (zimanê karî) û her wiha derbasbûna bo nav Bazara Kar (nivîsîna daxwazên pejirandinê / fêrkariya daxwaza pejirandinê. Gotûbêja tev kompaniyan, hevrêtî di derbasbûna bo warê kar da).
Bernameya fêrbûna pisportiyê ya modûlî veguherî hevrêtiya berdewam a demkî di formatên online da. Bi vî awayî behrewergirtin ji vê bernameyê ji bo jinên koçber ên serbixwe pêkan e. Tu dikarî zanyariyên zêdetir bi taybet bi rêya telefon an Emailê ji aliyê Navenda serlêdan û xizmetan a Caritas'ê va werbigirî.
Navenda pisporî û xizmetan bi Nêrînên Karzaniyê (Minor) wek mînak bi rêya amadekirina nêrînên karzaniyê yên pisporî/xizmetan û bi rêya plandarêştin û cihanîna formatên pisporî yên babetî tê piştgirîkirin.
Projeya hevpar a xebata binesazî ya serkeftî (Servicestelle für Migrantinnen und geflüchtete Frauen in Sachsen-Anhalt) (2017-2019) Navenda Xizmetên Jinên Koçber û Penaber li Sachsen-Anhalt'ê) Caritasverband für das Bistum Magdeburg e. V. (Lijneya tomarkirî ya Yekîtiya Caritas'ê ya Metranxaneya Magdebûrgê) hatibû rêzebendîkirin û li vir bi awayê xebata komkî wek projeyeka pêreyî û ne-sereke hatiye yekparçekirin.